Pêşangeheke şêwekarî ji bo hunermend Namiq Elî Qadir hat vekirin
Doh roja Sêşemê, 5ê Berçileya 2023ê, bi amadebûna Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, pêşangeheke şêwekarî ji bo hunermendê şêwekar Namiq Elî Qadir hat vekirin.
Ev pêşangeha hunermend Namiq girêdayî kel û minareyên Hewlêrê ye ku li geleriya Mîdyayê hatiye vekirin û 13 tabloyên tê de hatine berçavkirin.
Hunermend Namiq bizav kiriye ku di vê pêşangehê de dîroka destpêka çêbûna kelê û minareyê di qonaxên cuda cuda yên jiyanê de li Hewlêrê heta dîroka hevçerx bi rengan binexşîne û di 13 tabloyan de bi sûk û qeyseriyan re nîşanî mêvanên pêşangeha xwe bide.
Namiq Elî yê şêwekar di derheqa pêşangeha xwe de ji K24ê re got, “Xweşiktiya zêde ya kela serbilind a Hewlêrê ez rakêşam ku dîroka wê di reng û tabloyan de kom bikim, herwesa dîroka kelê bi xêzikan nîşanî mêvanên pêşangeha xwe bidim. Ji bilî wan jî, werzên salê û xwezaya xweşik a deşta Hewlêrê bikim keresteyek ji bo karên xwe yên hunerî”.
Ev pşangeh bi arîkariya Birêveberiya Hunerê Şêwekarî ya Hewlêrê hatiye vekirin û dê ji bo dema heftiyekê berdewam be.
K24
