• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîkayê ji Rûdawê re: Di hinek waran de nakokiyên me li gel Tirkiyeyê hene

Gulan Media December 6, 2023 Nûçe
Amerîkayê ji Rûdawê re: Di hinek waran de nakokiyên me li gel Tirkiyeyê hene

Alîkarê Şandiyê Taybet ê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ian McCary ragihand ku Di hinek waran de nakokiya me li gel Tirkiyeyê heye.

Ian McCary ji Rûdawê ragihand ku her çiqas wan hin nakokî li gel Tirkiyeyê hene lê dixwazin hevahingiya di navbera Enqere û Washingtonê de zêde bikin.

McCary hevdem hişyarî da ku DAIŞ hewl dide şerê li Xezeyê ji bo bihêzkirina xwe bi kar bîne.

Alîkarê Şandiyê Taybet ê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ian McCary bi awayî online bersiva pirsên rojnamegeran da.

Li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya “Bandora operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê çawa ye, parastina hewayî ya we çawa ye?” Ian McCary wiha got:

“Gelek pêwendiyên me yên nêzîk li gel hevbeşên me yên Tirk di hemû waran de hene. Wekî ku hûn jî dizanin, di gelek warên de bi hevkarên me yên Tirk re lihevnekirinên me yên hevparî hene lê di hinek waran de jî nakokî hene.

Em bi pêşxistina hevahengiya xwe ligel Tirkiyeyê di rûbirûbûna terorê de pabend in.”

Top