Berbijêra PDKê li Nînowa: Ji bo avadanî, aştî û pêkvejiyanê xelk dê deng bidin lîsteya 197 a PDKê
Berbijêra bi hejmara 48 a lîsteya 197 a PDKê ya ji bo encûmena parêzgeha Nînowa radigehîne, armanca wan di encûmena parêzgeha Nînowa de xizmetkirina ji hemwelatiyan re û ji bo avadanî, aştî û pêkvejiyanê ye û ji bo wê jî xelk dê deng bidin lîsteya 197 a PDKê.
Berbijêra bi hejmara 48 a lîsteya 197 a PDKê ya ji bo encûmena parêzgeha Nînowa Neba Îzedîn Mihemed ji BasNewsê re ragehand, PDKê ji bo Nînowa bernameyekî mezin heye, bi rêya encûmena parêzgeha Nînowa ve dest bi cîhbicîh kirine dike. Ew jî ji bo xizmeta xelkê Nînowa bê cudayiyên netewî û olî ye. Baweriya me wisa ye xelkê Nînowa dê deng bidin lîsteya 197 a PDKê ku erebkirin nemîne û ji bo vegera koçberan û qerebû kirina wan kesên ziyan dîtine û gehandina xizmetguzariyan bo temamê navçeyê wê parêzgehê û avadaniya wê, bi temamê gund, nahye, qeza û navenda Nînowa ve.
Herwaha diyar kir, ji bo xizmetkirina keç û jinan jî bernameya me ya baş heye û di nav encûmena parêzgehê de emê kar ji bo bicîhgehandina wê bernameyê bikin. Û ragehand: ‘’Em dê kar bikin jin ji paye û erk bêbeş nebin û wekhewî jî armanca me ye.’’
Berbijêra PDKê got: ‘’Ji aliyê din ve xelkekî zêde jiyana wan ser çandiniyê ye, ji bo wê jî em dê li encûmena parêzgehê piştevan û hevkarê cotkaran bin û kar bikin berhemên wan zêdetir bibe û bazar ji bo berhemên wan bên dabîn kirin. Herwaha em dê kar bikin kargeh ji bo wergirtina berhemên cotkaran li Nînowa bên ava kirin.’’
Neba Îzedîn Mihemed iyar kir, ji bo avadanî, aştî û pêkvejiyanê xelk dê deng bide lîsteya 197 a PDKê. Ji ber ku em kar ji bo avadanî, jiyaneke baş, aştî û pêkvejiyanê dikin. Kar ji bo vegera koçberan û qerebû kirina wan dikin, bi taybet xelkê Şingalê. Emê hemû hewldanên xwe bidin ji bo ku ew bên qerebû kirin.’’
Basnews
