Li Helebcê xelatê rêzgirtinê ji 50 jinan re hate dayîn
Di berdewama helmeta 16 roj a tekoşîna dijî tundiya dijî jinan de, îro 05.12.2023yê encûmena Helebce ya Yekitiya Afretên (Jinên) Kurdistanê merasîma xelata rêzgirtinê pêşkeşî 50 jinan hate kirin.
Sekretara Yekitiya Afretên Kurdistanê Dr. Viyan Silêman vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro di merasîmekî de xelata rêzgirtinê ji 50 jinên endamên encûmena Helebce re hate pêşkeş kirin, ku ew jin endamên Yekitiya Afretên Kurdistanê bûn û di wan 15 salên borî de li Helebce bi rêya Yekitiya Afretên Kurdistanê ve xizmet kirine.’’
Herwaha got: ‘’Me pêwîst zanî ku îro rêz li xebat û westandina wan jinan re bê girtin, ku Helebce û derdora Helebcê hizra rewşenbiriya wekhew belav kirine.’’
