• Monday, 16 February 2026
logo

24 welatiyên Kurd hatine darve kirin

Gulan Media December 4, 2023 Nûçe
24 welatiyên Kurd hatine darve kirin

Di nava mehekê de li Îranê hatine darvekirin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê di meha Mijdara îsal de li seraserê Îranê bi giştî 122 welatî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Hengawê diyar kiriye ku, 24 ji wan welatiyan Kurdin, 8 welatiyên Azerî û 2 welatiyên Efxanî jî di nava îdam kiriyan de hene.

Li Başûrê Îranê di mehekê de 24 welatî li navenda Îranê jî 39 kes hatine îdamkirin.

Top