• Monday, 16 February 2026
logo

HEDEP: Em ê li her cihê Tirkiyeyê namzedan destnîşan bikin

Gulan Media December 4, 2023 Nûçe
HEDEP: Em ê li her cihê Tirkiyeyê namzedan destnîşan bikin

Berdevka HEDEP radigihîne, ew xwe amade dikin li her cihê Tirkiyeyê namzedên şaredariyan destnîşan bikin.

Civata Rêveber a Navendî ya HEDEPê ev du roj in li ser hejmarek pirs û mijarên hestiyar ên wekî nexşerêya HEDEPê ya di hilbijartinên şaredariyan de û redkirina navê HEDEPê ji aliyê Dadgeha Bilind ve dicive.

Berdevka HEDEPê Ayşegûl Dogan ragihand, hilbijartina şaredariyan bo wan pêvajoyeke nû ye û ew dixwazin di vê pêvajoya nû de destkeftiyên xwe li hemû bajar û bajarokên Tirkiyeyê mezintir bikin.

Herwiha got: “Li parêzgehên Rojava jî komîsyonên me hatin avakirin. Me dest bi wergirtina serlêdanên namzetên namzetan kir. Bi gotineke din amadekariyên me temam bûne ku em bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinên herêmî li seranserê Tirkiyê bibin.”

Top