• Monday, 16 February 2026
logo

Mamosteyekî zimanê Kurdî hate ceza kirin

Gulan Media December 4, 2023 Nûçe
Mamosteyekî zimanê Kurdî hate ceza kirin

11 sal cezayê girtîgehê dane wî.

Li gor jêderên çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê duhê dadgeha şoreşa Îranê li Sineyê cezayê 11 sal girtîgehê daye Mamosteyê zimanê Kurdî û endamê navenda çandî ya nûjînê, Mamoste Seywan Îbrahîmî.

Dadgeha rejîma Îranê tawana ava kirina komeke dijî rejîma Îranê û hewldan bo têk birina ewlekariya rejîmê daye ser wî Mamosteyê Kurd û di dema darizandinê de jî rê nedane ev Mamoste parêzer ji xwe re bigire û berevanî ji xwe bike.

Seywan Îbrahîmî 28ê Cotmeha îsal li bajarê Sineyê ji aliyê îtlaata Îranê ve hatibû girtin.
 

Top