Berpirsê lineya navçeya Mexmûrê yê PDKê: Ti garantî tine ku DAIŞê êrîşên wek îro neke
Berpirsê lijneya navçeya Mexmûrê yê PDKê Kirêkar Şakir ragehand, ti garantî tine ku DAIŞ êrîşên wek a îro neke û ji vê jî hikûmeta Iraqê berpirs e.
Kirêkar Şakir ji BasNewsê re ragehand, îro 02.12.2023yê çend çekdarên DAIŞê bi du otomobîlan ketin gundê Goptepe ya li sînorê nahyeya Qerac a ser bi qeza Mexmûrê, piştî çend demjimêr şer û pevçûnê 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 4 ji wan jî xwe teqandin.
Herwaha got, îro demjimêr 4ê sibehê, ew çekdarên DAIŞê li sînorê Şergat û Geyare ve hatibûn ji bo gundên Elîreş û Qelaçulan û piştre jî hatin gundê Goptepe û şer derket. Çekdarên DAIŞê bi awayekî rêxistî hatibûn ku metirsî li ser navçeyê çêkirin.
Kirêkar Şakir got, ti garantî tine ku DAIŞ wek êrîşên îro neke û hikûmeta Iraqê ji bo wê hejmara çekdarên DAIŞê balefirên şer bikaranî, başe eger DAIŞ li wan navçeyan zêdetir zindî bibe dê çibike.
Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê rewşa navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xirabe û dem bi dem çekdarên DAIŞê êrîşan li hember hêzên çekdarên Iraq û gundiyan pêktînin.
Basnews
