• Monday, 16 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê kir

Gulan Media November 27, 2023 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê kir

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Alî Riza Gunay kir.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan guhartin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina bazirganiyê û hêsankirina bo çûnûhatin û geştkirina di navbera her du welatan de kirin.

Mijareke din hevdêtinê jî, taybet bû bi destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bû, her du alî jî li ser wê yekê hevnêrîn bûn li ser giringiya destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê di zûtirîn dem de.

Di vê derbarê de Balyozê Tirkiyê amadehiya welatê xwe ji bo dubare destpêkirina proseya hinardekirinê nîşan da.

Top