• Monday, 16 February 2026
logo

Dr. Kemal Kerkûkî: Xelkê Kerkûkê şarazayê PDKê ye û dibêjin Kurd hatin Kerkûkê

Gulan Media November 26, 2023 Nûçe
Dr. Kemal Kerkûkî: Xelkê Kerkûkê şarazayê PDKê ye û dibêjin Kurd hatin Kerkûkê

Piştî ku îro 26.11.2023yê PDKê binkeyê baskê 3 yê li Kerkûkê vekir, berpirsê mektebên rêxistina Kerkûk / Germiyanê yê PDKê Dr. Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekî de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Xelkê Kerkûkê şarazayê PDKê ye û dibêjin îro Kurd hatin Kerkûkê.’’

Dr. Kemal Kerkûkî ragehand: ‘’Piştî 16ê cotmehê Kerkûk ketiye rewşekî neasayî, em hatin Kerkûkê ji bo ku piştevanê xelkê bajêr bin û rewşa bajêr sererast bikin.’’

Herwaha got: ‘’PDK berdewam hewl daye bê tundî em bigehin çareseriyê. Bi hikmet û dûrbînî ya Serok Barzanî me karî bê tundî û bê xwîn rijandinê em bigehin rêkeftina îro û PDK li Kerkûkê be û amadeye ji bo xizmeta dilsozên Kerkûkê bi hemû pêkhateyan ve û herwaha em nahêlin mafê gelê kurd jî bê binpêkirin.’’

Dr. Kemal Kerkûkî got: ‘’PDK, gotinên xwe bi kiryar bicîh tîne û naha PDK ji bo wê kar dike ku ji aliyê rêveberî û parastina bajar de çalak be. Hemû tiştekî baş bike û bi taybet naha Kerkûk bûye serbazgeh û divê polîs ewlehiya bajar biparêze û artêş derkeve derveyî bajêr.’’

Top