Berdevka HEDEPê: Serlêdanên berbijêriya şaredariyan dest pê dikin
Berdevka HEDEPê Ayşegul Dogan ragihand ku serlêdanên berbijêriyê yên partiya wan ji bo hilbijartinên xwecihî roja duşemê dest pê dikin.
Berdevka Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan doh li ser hesabê medyaya civakî ya Partiya xwe yê “HEDEP Kurdî” vîdeoyek belav kir.
Ayşegul Dogan tê de behsa proseya serlêdanên hilbijartinên xwecihî û kar û xebatên partiya wan ên derbarê wan hilbijaertinan de kir.
Dogan ragihand ku proseya serlêdanên partiya wan a ji bo berbijêriya hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an roja 27ê Çiriya Paşîna 2023yan dest pê dikin.
“Armnaca me ya sereke şaredariyan ji destê wan derxin”
Ayşegul Dogan amaje bi siyaseta qeyûman da ku ev 2 serdem in li ser şaredariyên HDPyê tên danîn û got:
“Proseya hilbijartinên xwecihî dest pê kir û ev ji mêj ve ye em li ser kar dikin.
Armnaca me ya sereke ew e ku em destpêkê wan şaredariyên xwe yên ku dest bi ser de girtine ji dest wan derxin.”
“Em dê van qeyûman wiha bişînin ku dê careke din nikaribin vegerin”
Berdevka HEDEPê di beşeke din a axaftina xwe de wiha anî ziman:
Di van hilbijartinên herêmî de divê em destkeftên xwe mezin bikin.
Em ji îro de dest pê bikin û heta 31’ê Adarê bi dil û can b kar bikin û van qeyûman bişînin.
Em dê van qeyûman wiha bişînin ku dê careke din nikaribin vegerin.”
Rudaw
