• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanyayê kir

Gulan Media November 24, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanyayê kir

Duh pênçşemî li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Berevaniya Brîtanya bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mareşal Samî Sampson û şandeke leşkerî ya pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî yên ewlehiyê yên Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Her li vê hevdîtinê de tekezî li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, hêzên hevpeyman û artêşa Iraqê de hat kirin û şanda mêvan tekez li ser berdewamiya piştevanî û hemahengiya di navbera hêzên hevpeyman û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Top