• Monday, 16 February 2026
logo

Ahmet Davutoglu berbijêrên partiya xwe yên şaredariyan eşkere kirin

Gulan Media November 23, 2023 Nûçe
Ahmet Davutoglu berbijêrên partiya xwe yên şaredariyan eşkere kirin

 Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu berbijêrên partiya xwe yên şaredariyê eşkere kirin.

Partiya Pêşerojê ji bo danesîna berbijêrên xwe yên şaredariyan civînek li dar xist.

Serokê Giştî yê Partiyê Ahmet Davutoglu di civînê de axivî û got:

“Em dê li hemû parêzgeh û navçeyan berbijêrên xwe diyar bikin. Piştre jî em dê li ser vê yekê bi Partiya Saadetê re biaxivin. Hilbijartin tê, em nikarin li bendê bimînin.

Ji hinek cihan xeberên xweş tên. Hemû serokên bajaran, li ser berbijêrekî li hev kirine.Eger em bi vê baweriyê bi rê bikevin, em dê bikarin bextê reş biguherînin.

Em di hevdîtinên xwe de realîst in lê li pêşberî raya giştî divê ez gotineke neyînî ji we nebihîsim.”

Berbijêrên Partiya Pêşerojê yên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê wiha ne:

Agrî: Murat Gok (Serokê Partiyê yê bajarê Agiriyê)

Alanya: Mevlut Demîr (Serokê Partiyê yê bajarê Antalyayê)

Samsun: Mustafa Yeşilyurt (Serokê Partiyê yê bajarê Samsunê)

Samsun – Îlkadim : Yaşar Gungor (Serokê Partiyê yê navçeya Îlkadimê)

Samsun - Terme:  Hacî Bilal Arslan

Unye: Tevrat Korkmaz

Yozgat - Akdagmadenî: Omer Aydogmuş

Qers – Qaxizman: Muhammet Emîn Parlak

Konya – Taşkent: Emîn Tezcan

Top