Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand
Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) ragehand, yek ji berpirsên PKKê yê ji aliyê Interpolê ve jî biryara girtina wî û berpirsê dabîn kirina çek û teqemeniyê Fahrettin Tolun ê wek Xeyrî Serhat tê nas kirin li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin.
Li gor Ajansa Anadolu ya fermî zimanê dewleta Tirkiyê, Fahrettin Tolun ê wek nav rêxistinê de Xeyrî Serhat tê naskirin ji sala 1992yê ve ji Sûriye, Îran û Iraqê ji bo dabîn kirina çekên giran kar kiriye û berpirs bûye û ji aliyê Interpolê ve jî di lîsteya sor de lêgerîna wî hebûye.
Herwaha hat ragehandin ji aliyê dadgehên Îdir û Erziromê ve jî dosyayên Xeyrî Serhat ê bi navê ‘’Endamtiya Rêxistina Terorê’’ û ji ber wê jî lêgerîn û biryara girtina wî hebûye û ji aliyê MÎTê ve bi operasyoneke li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê hatiye bê bandor kirin.
Basnews
