Wezareta Petrola Federal a Iraqê: Hikûmet ji bo henardekirina petrola Kurdistanê lezê dike
Wezareta Petrola Federal a Iraqê ragehand, pêşketin di derbarê çareseriya pirsgirêkan de hene û hikûmet ji bo henarde kirina petrola Herêma Kurdistanê lezê dike.
Berdevkê Wezareta Petrola Iraq a Federal Asim Cîhad ji ajansa nûçeyên Iraqê re ragehand: ‘’Hikûmet û Wezaret lezê dikin ji bo destpê kirina henardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera cîhanî ya Tirkiyê ve, ku rêjeya sedî 17 ji rêjeya henardekirina petrolê bi 450 hezar bermîlên rojane pêktê.’’
Herwaha got: ‘’Hikûmet û Wezareta Petrolê kar dikin ji bo nehiştina pirsgirêkên petrolê li gel Herêma Kurdistan û kompanya û şîrketan.’’
Asim Cîhad ragehand: ‘’Derbarê çareserkirina pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê û peymanên kompanyayan de pêşketineke baş heye û hikûmet lezê dike ji bo proseya henardekirin û nehiştina pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê.’’
Duh 21.11.2023yê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ragehand: ‘’Pêşbînî dikim berî dawiya salê petrola Kurdistanê dê bê henarde kirin.’’
Basnews
