• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî: Ez pêşbîniyê dikim berî dawiya îsal petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin

Gulan Media November 21, 2023 Nûçe
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî: Ez pêşbîniyê dikim berî dawiya îsal petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê (bi welaket) radigehîne, “Ez pêşbîniyê dikim berî dawiya îsal petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin û ji bo vê jî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê dawiya vê mehê biçe Bexdayê”.

Îro 21.11.2023yê, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê (bi welaket) Kemal Mihemed Salih li Forma MEPSê li Duhokê ji K24ê re ragehand, “Hewldanên bi aliyên peywendîdar re berdewam in ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê”.

Kemal Mihemed Salih diyar kir, “Tirkiye û Iraqê amadehiya xwe ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê diyar kiriye, yekane arêşeya di rêya destpêkirina vê piroseyê de xercên deranîn û berhemanîna petrolê ne û kar ji bo çareserkirina wê arêşeyê jî tê kirin”.

Li gor gotinên Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî, “Dawiya vê mehê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan bi berpirsên Iraqê re li ser pirsa hinardekirina petrolê dê serdana Iraqê bike”. Herwaha got, “Ez pêşbîniyê dikim berî dawiya îsal petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin”.

Wekî ku Kemal Mihemed Salih amaje daye, “Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê zêdetirî 7 milyar dolaran zirar gehandiye aboriya Iraqê”.

Îro seet 9:00 ê sibehê çalakiyên roja duyê ya Gera Çarê ya Forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Duhokê (MEPS23) destpê kirin û hejmareke siyasetvanên navxweyî û navdewletî wekî axaftvan dê tevlî panelên wê bibin.

 

Basnews

Top