Girtiyekî Rojhilatê Kurdistanê hate darve kirin
Girtiyekî xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Siyamend Ustwar ku berê bi tometa girêdana wî ya bi madeyên hişber ve heye, cezayê darvekirinê ji bo wî hatibû dayîn û li girtîgeha navendî ya bajarê Erdebîl a Îranê cezayê darve kirina wî hat cîhbicîh anîn.
Duh 21.11.2023yê cezayê darve kirinê yê Siyamend Ustwar ê temen 40 salî û xelkê gundê Dinguz a ser bi bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha navendî ya bajarê Erdebîl a Îranê hat cîhbicîh kirin.
Siyamend Ustwar bavê du zarokane û du sal berî naha hat girtin û piştre ji aliyê Saziya Dadweriya Îranê ve bi tometa pêwendiya wî ya bi madeyên hişber ve heye cezayê darve kirinê jê re hatibû dayîn.
