• Monday, 16 February 2026
logo

Keştiyeke Tirkiyeyê bin av bû: 12 kes winda ne

Gulan Media November 20, 2023 Nûçe
Keştiyeke Tirkiyeyê bin av bû: 12 kes winda ne

 Keştiyeke bar a Tirkiyeyê  ji ber bahoza bihêz di Behra Reş de, bin av bû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku 12 xebatkarên di keştiyê de winda bûne.

Alî Yerlîkaya destnîşan kir ku keştiya bar a bi navê “Kafkametler” li herêma parêzgeha Zonduldakê ya Tirkiyeyê di Behra Reş de noqî avê bûye.

Yerlîkaya diyar kir, “Ji ber şert û mercên xerab ên hewayê me hîn dest bi xebatên lêgerînê nekiriye.

Dema ku şertên hewayê rê da em dê dest bi xebatan bikin.”

Alî Yerlîkaya herwiha ragihand ku ji ber lehiyê li Êlih û Amedê 2 kesan canê xwe ji dest daye, 50 kes jî birîndar bûne.

 

Rudaw

Top