• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îraqê civiyan

Gulan Media November 19, 2023 Nûçe
Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îraqê civiyan

Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê rewşa Iraqê, şerê li dijî terorîstan û hevahengî û karên hevbeş ên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê gotûbêj dikin.

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Mijdarê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îraqê Sabit Mihemed Seîd Ebbasî kir.

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa Iraqê, şerê li dijî terorîstan, hevahengî û karên hevbeş ên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê  gotûbêj kirin.

 

K24

Top