• Monday, 16 February 2026
logo

Mihemed Ihsan: Berê Qahîre û Beyrût cihên hevdîtinên mezin bûn lê niha Herêma Kurdistanê wê rolê dibîne

Gulan Media November 18, 2023 Nûçe
Mihemed Ihsan: Berê Qahîre û Beyrût cihên hevdîtinên mezin bûn lê niha Herêma Kurdistanê wê rolê dibîne

Mamostayekî zanîngehê li Londonê amajeyê dide wê yekê ku çend ezmûnên cuda cuda dê li Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn bên berçavkirin. Herwesa dibêje ku divê Herêma Kurdistanê herdem ji bo berhingarbûna her tiştekî nexwastî amade be, ji ber ku li deverekê ye ku hemî sedem vekirî ne. Balê dikişîne ser wê yekê jî ku berê Qahîre û Beyrût cihên hevdîtinên mezin bûn lê niha Herêma Kurdistanê wê rolê dibîne.

Îro roja Înê, 17ê Mijdara 2023ê, Mamostayê zanîngehê li Londonê Mihemed Îhsan taybet ji K24ê re ragehand, deverê pêdivîtî bi korbendeke wekî MEPSê heye û taybet di vê demê de ku şer û alozî berfireh bûne û berdewam in, nexasime di wê korbendê de ku danûstandin dê li ser Îraqê jî bên kirin ka gelo çawa dikare xwe ji wî şerê qewimî biparêze.

Wî mamostayê zannîgehê amaje da wê yekê jî ku tiştê giring li ser wan rûdan û pêşhatên Rojhilata Navîn parstina welatiyan û qeware û dewletan e, taybet ku çi kesek nizane çarenivîsa Rojhilata Navîn ber bi kî derê ve diçe.

Navbirî behsa wê yekê jî kir ku di vê qonaxê de Korbenda MEPSê yekcar giring e, taybet ku mêvanên wê dikarin di danûstandinên xwe de nexşê paşerojê bikêşin. Ron jî kir ku ev rengê hevdîtinan li Herêma Kurdistanê zêdetir cihê giringîpêdanê ne û giringiya ciyopoletîka Herêma Kurdistanê nîşan didin, taybet ku berê Qahîre û Beyrût cihên hevdîtinên mezin bûn lê niha Herêma Kurdistanê wê rolê dibîne.

Tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê herdem ji bo berhingarbûna her tiştekî nexwastî amade be, ji ber ku li deverekê ye ku hemî sedem vekirî ne.

Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn ku wekî MEPS tê nasîn dê li roja 19ê vê mehê li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê bi tevlîbûna zêdetirî 150 kesatiyên siyasî û şarezayên navxweyî û navdewletî bi rê ve biçe, ku K24 dê sponsoriya wê ya medyayî bike.

Di wê korbendê de çend panel bi rê ve diçin ku girêdayî ecêndaya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn in, ku ji rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê, alingariya ewlehiyê, aborî û siyasî, rewşa ewlehiyê ya Rojhilata Navîn, guhertinên seqayê û berhingarbûna alingariyan û kêmkirina girjiyan pêk tê.

Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn korbendeke salane ye ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ve tê rêkxistin, cara yekê li sala 2019ê bi rê ve çû, îsal jî gera wê ya çarê dê bê kirin û dê sê rojan berdewam be.

Li ser astê Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Hişyar Zêbarî û bi dehan kesatiyên din dê tevlî vê korbendê bibin.

Li ser astê Îraqê, Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî, Cîgirê Berê yê Serokwezîrê Îraqê Beha Arecî û çend kesatiyên din dê tevlî vê korbendê bibin.

Diyartirîn kesatiyên navdewletî ku dê tevlî MEPS23ê bibin ev in; Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê Boris Johnson, Wezîrê Berê yê Gencîneya Brîtanyayê Nazim Zehawî, Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayrektar, Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Wezîrê Berê yê Xwarin û Çandinê yê Tirkiyeyê Mihemed Mehdî Eker û çend kesatiyên din ên siyasî, akademî û şareza di warên siyasî û teknolojiya zanyarî de.

 

K24

Top