• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka huşdarî dide welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê

Gulan Media November 18, 2023 Nûçe
Amerîka huşdarî dide welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê

Konsulusxaneyên Îzmîr û Îstenbûlê jî karên xwe rawestandine.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê daxuyaniyek belav kiriye û têde huşdarî daye welatiyên Amerîkî yên li Tirkiyeyê.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, prosesa boykot kirina mal û markeyên Amerîkî li Tirkiyeyê destpê kiriye û egereke gelek mezin û bihêz heye ku, alozî û pevçûn bikeve nava xwepîşandan û rêpîwanên aştiyane lewre lazime welatiyên Amerîkî gelek baldar bin û xwe ji wan cîhan bidûr bigirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, bo demeke nediyar her du Konsulusxaneyên Amerîkî yên li Îstenbûl û Îzmîrê çalakiyên xwe yên rojane jiber sedemên ewlekarî rawestandine.

Top