• Monday, 16 February 2026
logo

Asayîşa Hewlêrê: 2 ciwan ji ber keçek ji avahiyekî avêtine xwarê hatin girtin

Gulan Media November 18, 2023 Civakî
Asayîşa Hewlêrê: 2 ciwan ji ber keçek ji avahiyekî avêtine xwarê hatin girtin

Berdevkê asayîşa Hewlêrê girtina du ciwanan aşkera kir, ku di avahiyekî de keçek avêtibûn xwarê.

Li gor zanyariyên BasNewsê roja 17.11.2023yê du ciwanên ku di nav torên civakî de tên naskirin, keçek ji avahiyekî nav bajarê Hewlêrê ve avêtine xwarê.

Vê derbarê de berdevkê rêveberiya asayîşa Hewlêrê Muqadem Erdelan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demjimêr 07:00ê serê sibeha duh 17.11.2023yê, du ciwanên ku di nav torên civakî de tên naskirin, keçek ji avahiyên Îskan Tower ve avêtine xwarê û bi giranî birîndar bûye. Lê hîn jiyana xwe ji dest nedaye û heta derengê şeva borî jî dikarî biaxive.’’

Herwaha got: ‘’Ew jina avêtine xwarê, kurd e, lê ji ber hîn nikare biaxive, me nekariye gote û îfadeyên wê wergirin, ku em bizanin xelkê kuderê ye. Hûrgilî û sedemê bûyerê me nekariye hîn jê bipirsin. Tîmên me heta derengê şeva borî jî li gel bûn û naha jî li gel in.’’

Berdevkê asayîşê got: ‘’Li ser vê bûyerê du kes hatine girtin û dest me de ne. Ew kesane grubekî youteber in, lêkolîn û lêpirsîna li gel wan dê bê kirin û piştre dê hûrgilî bên aşkera kirin.’’

 

Basnews

Top