Di sêyem salvegera koça xwe ya dawî de Firset Sofî hat bibîranîn
Îro 18.11.2023yê bi amadebûna parêzgarê Hewlêrê û kesûkar û dostên xwe de parêzgarê berê yê Hewlêrê Firset Sofî di sêyem salvegera koça xwe ya dawî de hat bibîranîn.
Di merasîma li ser tirbeya Firset Sofî birêve çû de, destpêkê pêşangehekî wêneyî hate vekirin û piştre jî tacegul li ser gora wî hate danîn.
Di merasîmê de parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw gotarek pêşkeş kir û got: ‘’Firset Sofî diyardeyekî kêm hatî dîtin a mirovê destpaqij û rast bû. Yek ji kesên herî dilsoz bû ku derketibû û ew sembola destpaqijiyê bû û li her cîhekî ba dijatiya gendeliyê dikir.’’
Herwaha got: ‘’Ji ber wê destpaqijiya wî hebû me biryar da xelata destpaqijyê bi navê Firset Sofî daynin bo wan kesên bi rastî destpaqij in. Îsal jî dê ew xelat ji fermanberekî destpaqij re bê dayîn ku li binkeyê tenduristiya Simaqulî ye û fermanberê anîn û dabeşkirina mûçeyê fermanberan e. Du salên borî de jî carekî ji arzûhalciyekî re û carekê jî ji karmendekî jîngeyê re hatiye dayîn.’’
Basnews
