PKK dixwaze wekî Hemasê xelkê Şingalê bike qurbana şerê xwe û Tirkiyê
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dixwaze wek Tevgera Hemasê çawa xelkê sivîl ê Xezeyê kir qurbana şerê bi wekalet ê xwe û Îsraîlê, ew jî dixwaze xelkê Şingalê bi heman awayî bike, ji bo wê jî gelek tûnêl li Şingalê lêdane.
Li gor zanyariyan, temamê Çiyayê Şingalê û lig elek cîhên nav bajarê Şingalê û nahyeya Sinûnê ji aliyê PKKê ve gelek tûnêl hatine çêkirin û ev yek ji bo du armancan hatine ava kirin, yekem: ji bo veşartina PKKê û rêveberiya wê ji ber berdewam dibin armanca êrîşan ji aliyê dronên Tirkiyê ve, ya duyem jî; wek amadekariyeke ji bo operasyonekî di paşerojê de li ser Şingalê pêkbê.
PKKê egera duyem, wisa daniye ku eger êrîş li ser Şingalê pêkbê, dê xelkê sivîl wek mertaleke zindî bikarbîne û bixwe jî di bin erde de dê bimîne û car caran çalaki bike, heta dawiyê de Şingalê jî radest û teslîmî Tirkiyê bike.
Vê derbarê de berpirsê ragehandina baskê 17 yê PDKê li Şingalê Îdrîs Zozanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ne tene PKKê Çiyayê Şingalê kiriye tûnêl, êdî hatine nav bajarê Şingalê jî li hin cîhên bajar û herwaha li Xanesorê, gelek tûnêl lêdane, ku beşek ji wan jî ketine bin xaniyan.’’
Herwaha got: ‘’Sedî 30 heta 40 ji malên wan navçeyên sînorê Şingalê ku di bin deste PKKê de ne, hatine kun kirin û tûnêl lêdane. Piraniya wan malan bi rêya kunan û tûnelên biçûk ve bi hevdu ve girêdane û di dawiyê de hemû digehin xalekî.’’
Her li gor zanyariyan, tûnêlên PKKê li Şingalê wek tûnêlên Hemasê qahîm nîn in û tenê bi rêya kolanê ve hatine çêkirin. Eger li cîhekî pir pêwîst nebe bi çîmento û betonê nehatine çêkirin.
Berpirsê PDKê dibêje: ‘’Fikra wan tûnêlan fikra milîsên Heşdî Şeibî ye, yên ku fikra tûnêlan dane Hemasê, ew fikir dane PKKê jî. Gelek guman hene ku di wan tûnêlan de derveyî ji bo li hember Tirkiyê hatibe çêkirin, karên metirsîdar û neyasayî jî tê de tê kirin.’’
Basnews
