• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê kir

Gulan Media November 15, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê kir

Îro 15.11.2023yê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê Husên Elî Salih Fezale kir.

Di wê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê silavên Mîr û Serokwezîrên Qeterê genahdin Serok Barzanî û dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da, herwesa ragehand ku dê ji bo arîkarî û hevahengiya warê vejandinê û jêrxaneya aborî û pêşxistina peywendiyên herdu aliyan xebatê bike.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahî û destxweşî li Konsulê Giştî yê Qeterê kirin, pêşwaziya bilindkirina astê peywendiyên diplomasî di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de kir û tekez jî li ser berdewamiya dostînî û peywendiyên herdu aliyan kir.

Lihevguhertina dîtin û nerînan li ser dawî pêşhatên deverê jî pareke din a wê hevdîtinê bû.

 

Basnews

Top