Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin û çend xort jî birîndar bûn
Kolberekî xelkê Bane di dema kolberiyê de û li sînorê wî bajarî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve canê xwe ji dest da û gelek kolberên din ên xortên temen biçûk birîndar bûn.
Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, ciwanekî kolber ê xelkê bajarê Bane yê bi navê Yadigar Rehîmî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya îranê ve li sînorê Hengejale ya wî bajarî hate kuştin. Ew kolbere bê agahdariya pêşwext gule lê hatin berdan.
Ji aliyekî din ve êvariya heman rojê xortê bi navê Aruyn Mihemedî yê 14 salî û Îman ê temen 17 salî ku du xortên temen biçûk ên bajarê Sine ne, herwaha Husên ê temen 20 sal û Şaho yê temen 21 salî ku ew jî xelkê bajarê Bane ne, li sînorê Hengejale ya Bane bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve birîndar bûn.
Basnews
