Îro 86emîn salvegera darve kirina Seyîd Riza û 6 hevalên wî ye
86 sal berî naha di rojeke wekî îro ango 15.11.1937ê, rêberê serhildana kurdan a Dêrsimê Seyît Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê hatin darve kirin.
Herwaha li gel Seyît Riza, kurê wî Reşik Huseyîn, Husênê Demenanî, Hesen û Seyît Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî jî hatin îdam kirin û heta roja me ya îro jî cîhê gorên Seyîd Riza û hevalên wî ne diyare.
Serhildana kurdan a Dêrsîmê di navbera 1937 û 38'an de destpê kir û gelek eşîrên Dêrsîm û Koçgirîyê di nav serhildanê de cîh girtin û Dêrsim, Erzîncan, Elezîz, Sêwas, Meletî, Çewlîg xistin bin bandora xwe.
Seyît Riza di 5ê Îlona 1937'an de bi 72 hevalên xwe yê serhilder re hate girtin û 13ê Îlonê de Dadgeha Leşkerî cezayê darve kirinê da wî û ew di 15ê Mijdarê de li Elezîzê hat darve kirin.
Hêjayî gotinê ye ku her sal di 15ê Mijdarê de sazî û rêxistinên Kurdan bi bernameyên curbicur Seyît Riza û hevalên wî bi bîr tînin.
Seyîd Riza an jî Pîr Seyîd Riza berî bê darve kirin, gotineke wî ya gelek navdar heye ku ew jî waha ye: ''Min nekarî li hember derew û hîleyên we serî derxînim û ev di dilê min de bû dert. Lê min jî li hember we çok nedanî, bila ew jî ji bo we bibe kul û derd.''
Basnews
