• Monday, 16 February 2026
logo

Rûsye êrîşî ser cîhadiyên li Îdlibê kir

Gulan Media November 13, 2023 Nûçe
Rûsye êrîşî ser cîhadiyên li Îdlibê kir

Gelek tonel û navendên cîhadiyan hatine wêrankirin.

Cîgirê Serokê navenda Rûsî ya bo lihev anîna aliyan li Sûriyeyê Vadim Kulit ragihand ku, balefirên şer yên Rûsî îro êrîî ser navendên curbicur yên komên cîhadî li Idlibê kirine.

Vadim Kulit eşkere kiriye ku, di êrîşa balefirên Rûsî de tonelên bin erdê yên cîhadiyan û çend navendên wan yên cebelxane, perwerdehî û locistîkî hatine armanckirin û wêran bûne.

Nav hatî eşkere kiriye ku, di encama wan êrîşan de herî kêm 31 cîhadî hatine kuştin û zêdetir ji 60 cîhadî jî birîndar bûne.

Top