• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî tekezî li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirina petrolê dike

Gulan Media November 13, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî tekezî li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirina petrolê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna xwe û Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal û şanda pê re ragehand, “Me tekez li ser dabînkirina padivîtiyên darayî û teknîkî yên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem li ser bingeha destûr û girêbestan kiriye”.

Îro roja Yekşemê, 12ê Mijdara 2023ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê ragehand, “Di civîna xwe û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal Heyan Ebdulxenî û şanda pê re, me tekez li ser dabînkirina pêdivîtiyên darayî û teknîkî yên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem li ser bingeha destûr û girêbestan kiriye, ku di berjewendiya hemî welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê de ye”.

Her îro roja Yekşemê, 12ê Mijdara 2023ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Petrola Hikûmeta Federal Heyan Ebdulxenî û şanda pê re civiya, ku ji birîkar û rêveberên giştî yên wezaretê û Rêveberê Giştî yê SOMOyê pêk hatibû.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, herdu aliyan danûstandin li ser tedbîr û pêngavên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê dubare kir, ev jî di çarçoveya danîna têgihiştineke hevpar de, bi arasteya bichanîna pêdiviyên darayî û teknîkî yên proseya hinardekirinê û di çarçoveya pirensîp û girêbestên destûrî û rêzgirtina li desthilat û mafên destûrî yên hemî aliyan û dîtina çareyên guncayî ji bo dabînkirina nirxên maqûl ya berhemanîn û veguhestina petrola Herêmê, ku di budceya federalî de hatiye terxankirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku rawestandina hinardekirina petrolê, bûye sedema zirara bi milyaran dolaran li xezîneya giştî û divê hinardekirin di zûtirîn dem de dest pê bike. Her di vî warî de jî, Wezîrê Samanên Sirûtî erkdar kir ku hevahengiya temam bi şanda Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal re bike ku biryar e çend rojan li Hewlêrê bimîne.

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal daxwaza Hikûmeta Federal a dubare destpêkirina hinardekirina petrolê nîşan da û ev daxwaz jî bi navê Serokwezîr û Hikûmeta Federal pêşkêş kir, ew jî bi rêya peydakirina zemîneke libar di çarçoveya destûr û nehîştina astengiyên li pêşiya vê pêvajoyê.

Li dawiyê herdu aliyan biryar da ku her du wezaret li ser gotûbêj û danûstandina hûrguliyên qanûnî, darayî û teknîkî berdewam bin û çareseriyan pêşkêş bikin ji bo bigihin têgihiştinek hevbeş, bi armanca ku di zûtirîn dem de hinardekirina petrolê dest pê bike, ku dê roleke wê ya berçav di zêdekirina jêdera dahata giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û xerckirina ji bo berjewendiya giştî de hebe.

 

Basnews

Top