• Monday, 16 February 2026
logo

Hêzeke milîs ên Iraqê bajarekî Îsraîlê bombebaran kirin

Gulan Media November 12, 2023 Nûçe
Hêzeke milîs ên Iraqê bajarekî Îsraîlê bombebaran kirin

Milîsên Berxwedana Îslamî li Iraqê bi fermî ragehand, bajarê Îlat a Îsraîlê bi çekên guncaw bombebaran kirine.

Li gor daxuyaniya milîsên Berxwedana Îslamî li Iraqê ku îro 12.11.2023yê belav kirine, amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ji bo serxistina xelkê Xeze û wek bersivek li hember wê kuştinên ku Îsraîl li hember xelkê Xezeyê dike, çekdarên wan bajarê Îlat a Îsraîlê (Filîstînî ji wî bajarî re dibêjin Rim Al Rişraş) bombebaran kirine.

Hat ragehandin, armancê xwe bi çekên guncaw bombebaran kirine û dibêjin dê êrîşên xwe jî berdewam bikin.

Derbarê ziyanên wê êrîşê de ti daxuyaniyekî fermî nehatiye dayîn û li ser vê êrîşê ji aliyê Îsraîlê jî ti tiştekî fermî nehatiye gotin.

Heftiya borî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi armanca ragirtina êrîşên milîsên Iraqê bo li ser binkeyên leşkerî yên Amerîka û hêzên hevpeyman, serdana Bexda ya paytexta Iraqê kir û li gel serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civîya.  

 

Basnews

Top