• Monday, 16 February 2026
logo

PKK bi awayekî veşartî daxwaza agirbestê ji Tirkiyê dike

Gulan Media November 12, 2023 Nûçe
PKK bi awayekî veşartî daxwaza agirbestê ji Tirkiyê dike

PKK, bi rêya hevpeymanan ve daxwaz ji Tirkiyê dike, êrîşên xwe ragire. Ev yek piştî vê dawiyê Tirkiyê êrîşên xwe yên li dijî PKKê zêde kirine pêkhat.

Li gor zanyariyên BasNewsê şandeyekî bilind a PKKê bi serokatiya Ehmed Qeremûs û Îlham Şahîn de serdana Amerîkiyan kirine û hin hevdîtin pêkanîne.

Li gor zanyariyan ew rêveberên PKKê li Rojavayê Kurdistanê di hevdîtinê de daxwaz ji Amerîkayê kirine di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê de li gel Tirkiyê gotûbêj bikin û wan razî bikin agirbest di navbera Tirkiye û hêzên PKKê yên li Rojavayê Kurdistanê wek HSD tên naskirin de bê kirin.

Vê derbarê de Ehmed Qeremûs ji çapemeniya Silêmaniyê re aşkera kiriye ku demek berî naha serdana Amerîkayê kiriye û di gotûbêjan de gotiye: ‘’Pêwîste gotûbêj û çareseriya siyasî di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de hebe.’’

Vê derbarê de yek ji rêveberê Tevgera Paşeroj li Rojavayê Kurdistanê Cîhad Heso ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK dizane li Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyan ve rexne li wan tê kirin û givaş li ser wan heye. Ji ber ti tiştek li Rojavayê Kurdistanê nemaye tene yek reng heye, ew jî desthilata PKKê û revandina xelkê ye. Ji bo wê jî PKK ji bo berdewamiya wê siyasete şandeyek şandiye Amerîkayê, lê li gor zanyariyên me, hewldana wan bê encam maye. Ji ber Amerîkayê PKK xistiye lîsteya terorê û bi aşkera behsa wê yekê kiriye ku hevkariyên Washingtonê bo hêzên HSD ne siyasî ne, ew mijareke tekoşîna dijî terorê ye.’’

Herwaha diyar kir, di saya şerê navbera PKK û Tirkiyê de, naha jêrxana Rojavayê Kurdistanê wêran bûye, xelk nikare pêwîstiyên serekî bidest bixe, ji ber wê jî PKK dixwaze her çawa givaşên Tirkiyê kêm bike.’’

 

Basnews

Top