• Monday, 16 February 2026
logo

Muna Qehweçî: Dadgeha Federal desthilata wê tine destwerdanê li kursiyên kota bike

Gulan Media November 11, 2023 Nûçe
Muna Qehweçî: Dadgeha Federal desthilata wê tine destwerdanê li kursiyên kota bike

Cîgira Seroka Partiya Çaksaziya Tirkmen ragehand, Dadgeha Federal desthilata wê tine destwerdanê li kota Parlamentoya Kurdistanê bike û di her rewşekî jî, ew dê beşdariyê li proseya helbijartinê bikin.

Cîgira Partiya Çaksaziya Tirkmen Muna Qehweçî ji BasNewsê re ragehand, biryare 19yê vê mehê ew gilî û doza ku heye li ser kursiyên kota li Parlamentoya Kurdistanê, li dadgeha federal bê zelal kirin û got: ‘’Her ji naha ve hin propagande li sosyal medyayê de hene ku Dadgeha Federal dê kursiyên kota red bike, lê red kirin û destwerdana kursiyên kota di desthilata dadgehê de nîne, ew dadgeh tenê dikare nêrîna xwe ya vê derbarê de bide.’’

Muna Qehweçî got: ‘’Di rastiyê de mijara kursiyên kota di yasaya helbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya sala 1992yê û piştre jî sala 2009ê di madeya heştem beşa duyem de hatiye nivîsandin û mafê dengdan û beşdarî û rêjeya kursiyên kotayên pêkhateyan hatiye diyar kirin. Nûnerên pêkhateyên tirkmen, xirîstiyan û ermen li Parlamentoya Kurdistanê, nûnertiyeke raste a hemwelatiyên wê pêkhateyên netewî dikin, ku hemû neteweyên resen ên vî niştimanî ne û li kevin ve beşdarî li hemû serkeftin, berxwedan û tekoşîna rêya rizgariya Kurdistanê kirine.’’

 

Basnews

Top