Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê kir
Serokwezîrê Iraqê bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serowezîrê Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hate kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 9ê Mijdara 2023an bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Hevdem jî, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi Serokwezîrê Iraqê re serdana Hewlêrê kir.
Basnews
