• Monday, 16 February 2026
logo

Heta niha 200 posterên kandîdan li Kerkûkê hatine şêwandin

Gulan Media November 10, 2023 Nûçe
Heta niha 200 posterên kandîdan li Kerkûkê hatine şêwandin

 Ji destpêka bangeşeya hilbijartinan ji bo civatên parêzgehan heta niha, zêdetirî 200 posteran li Kerkûkê hatine dirandin û piraniya wan jî yên tax û deverên Kurdan in. Welatiyên Kurd wesa difikirin ku ev pilanek e ji bo têkdana navbera aliyên Kurdan. Civata Bilind a Dadwerî li Îraqê di derheqa dirandina wêneyên kandîdan de xwe nerazî kiriye û daxwaza girtina wan kesan dike yên ku wî karî dikin.

Li cihên giştî wêne û posterên kandîdan nehatine şêwandin, lê li hindek tax û deverên Kurdan hatine şêwandin. Şeva borî li bazarekê taxa Penca Elî hemî wêne û posterên kandîdan hatine şêwandin.

Hindek welatiyên Kurd li Kerkûkê şêwandina posterên kandîdên Kurdan wekî karekê kirêt wesifand û amaje da wê yekê ku destek li pişt vî karî heye û armanc jî têkdana navbera aliyên Kurdan e.

Arîkara Serokê Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKyê Lîza Felekedîn Kakeyî ji K24ê re ragehand: Tiştekî pêşbînîkirî bû ku berbest ji bo kandîdên me bên çêkirin û bên bêzarkirin. Me biryar daye guh nedin van mijaran ji ber ku ew nikarin bi şêwandina posterên kandîdên me îradeya me û dengerên me bişkînin.

Ji destpêka bangeşeya hilbijartinan ji bo civatên parêzgehan li Kerkûkê heta niha, zêdetirî 200 poster û wêneyên kandîdan li Kerkûkê hatine dirandin. Ev hewa dirandina posteran zêdetir ji kandîdên PDKyê girtiye.

Zêdebûna şêwandina poster û wêneyên kandîdan wesa kiriye ku Civata Bilind a Dadwerî li Îraqê biryarê ji bo aliyên ewlehiyê yên Kerkûkê bişîne ku her kesekê wêne û posterên kandîdan bidirîne bê girtin, lê heta niha hêzên ewlehiyê çi kesek negirtiye.

K24

Top