• Monday, 16 February 2026
logo

Şaredar cilên jinan li xwe kiribûn, piştî îfşa bû xwe kuşt

Gulan Media November 10, 2023 Civakî
Şaredar cilên jinan li xwe kiribûn, piştî îfşa bû xwe kuşt

Wêneyên Şaredar Alabamayê F.L. Bubba Copeland ku cilên jinan li xwe kiribûn, piştî belav bûn dawî li jiyana xwe anî.

Şaredarê bajarê Alabamayê yê Amerîkayê F.L. Bubba Copeland cilên jinan li xwe kiribûn û paşê wêneyên wî yên bi bi cilên jinan hatibûn belavkirin.

Piştî belavbûna wêneyan û îdiayên transbûnê, Copeland dawî li jiyana xwe anî.

Tê îdiakirin ku dîmenên têkiliya zayendî yên Copeland di hinek malperên medyaya civakî de hatine parvekirin.

Li ser îdiayan polîsan xwest xwe bigihîne Copeland lê polîsan ew di otomobîla wî de mirî dît.

Derket holê ku Copeland, gule li serê xwe xistiye.

Beriya Copeland xwe bikuje ji hevalê xwe re gotiye ku ji ber wêneyên derketine gelekî zext li ser wî çêbûye û gelek gotinên ne li rê jê re hatine gotin.

Tê payîn ku Copeland ji ber zext û axaftinên dihatin kirin xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Polîsan têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

 

Rudaw

Top