• Monday, 16 February 2026
logo

Li Endonezyayê bi hêza 6,7 û 7,1 pileyan erd hejiya

Gulan Media November 8, 2023 Nûçe
Li Endonezyayê bi hêza 6,7 û 7,1 pileyan erd hejiya

Li Deryaya Banda ya Endonezyayê bi hêzên 6,7 û 7,1ê li pey hev 2 erdhej çêbûn.

Li gorî agahiyên Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), 340 kîlometreyan li başûrê parêzgeha Maluku ya Endonezyayê, li pey hev 2 erdhejên bi hêzên 6,7 û 7,1 çêbûn.

Li gorî agahiyan erdhej, 10 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.

Herwiha di encama erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

 

Rudaw

Top