• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî du nameyan ji Sûdanî re dişîne

Gulan Media November 8, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî du nameyan ji Sûdanî re dişîne

Umêd Sebah radigehîne ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê du nameyan bi merema edilandina qanûna giştî ya budceya federalî û şandina 700 milyar dînarên mehane ji bo Herêma Kurdistanê di dema xwe de ji Serokwezîrê Îraqê re dişîne.

Îro roja Çarşemê, 8ê Mijdara 2023ê, Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di konfiranseke rojnamevanî de li Bexdayê ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî du nameyên fermî, li ser pirsa mûçeyê mûçexurên Herêma Kurdistanê û edilandina qanûna budceyê, ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re şandine.

Bi gotinên Umêd Sebah, di nameya yekê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Civata Wezîrên Îraqê kiriye, ew 700 milyar dînarên biyar e ji bo dema sê mehan ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin di dema xwe de bigehin Herêma Kurdistanê, ji bo ku bikarin mûçeyên mûçexuran di dema xwe de parve bikin.

Herwesa dibêje: Em hêvîdar im di civîna bê ya Civata Wezîran de biryar li ser vê mijarê bê dan.

Wekî ku Serokê Dîwana Civata Wezîran behs dike, nameya duyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî 15 rojan ji bo Serokwezîrê Îraqê hatiye şandin, tê de nerîna Herêma Kurdistanê li ser çawaniya edilandina qanûna budceyê û cudakirina mûçeyê fermanberan ji mijarên din hatiye berçavkirin.

Li roja 7ê Tebaxa 2023ê, rênimayên bicihanîna qanûna budceya giştî ya federalî ji bo salên aborî 2023, 2024 û 2025ê di rojnameya Weqaîhê ya Îraqê de hatibûn belavkirin û ew qanûn bi temamî keft warê bicihanînê. Xerciyên budceya giştî ya Îraqê bi 199 tirilyon û 22 milyar û 111 milyon û 663 hezar dînaran hatine xeminandin, xerciyên weberhênanê jî 49 tirilyon û 462 milyar û 151 milyon û 754 hezar dînar in.

Sibeha roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, dawî gojimê wan 700 milyar dînaran ku 250 milyar dînar bûn bi rêya Banka Bazirganî ya Îraqê li ser hejmara bankê ya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li tayê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Îraqê hat zêdekirin.

 

K24

Top