• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka: Heta niha 45 leşkerên me birîndar bûne

Gulan Media November 7, 2023 Nûçe
Amerîka: Heta niha 45 leşkerên me birîndar bûne

Dibêje di nava mehekê de 38 caran êrîşî ser hêzên me hatiye kirin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê yaku, bi Pentagon tê nasîn daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, ji 7ê Cotmehê ve heta 7ê Mijdarê li Îraq û Sûriyeyê komên çekdar yên ser bi Îranê bi giştî 38 caran êrîşî ser hêzên me kirine.

Di daxuyaniya Pentagonê de hatiye diyarkirin ku, di encama wan êrîşan de bi giştî 45 leşkerên me birîndar bûne.

Pentagonê diyar kiriye ku, di nava vê demê de li Îraqê 20 caran û li Sûriyeyê jî 18 caran komên çekdar bi mûşek û dronan êrîşî ser hêzên me kirine.

Top