Serok CIA li Îsraîlê ye
Li gel Serokwezîrê Îsraîlê dicive.
Li gor çapemeniya Îsraîlî duhê bişev Serokê îstîxbarata Amerîkayê ( CIA) William Burns serdana Îsraîlê kiriye û li Til Avîvê li gel Serokê Mossad David Barnea civiyaye.
Biryare îro jî li Til Avîvê William Burns li gel Serokê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu bicive.
Di civîn û hevdîtinan de giftûgo derbarê şerê navbera Îsraîl û Hemasê de, mijara rizgar kirina dîlgirtiyan û egerên din yên şerê li deverê de were kirin.
Her di heman civînê de nîqaş li ser çawetiya pêşî girtin ji berfire bûna şer li deverê de tê kirin.
