Rêbaz Hemlan: Îro roja vegera Ala û Rûmeta Netewî ya Kurdane ji bo Kerkûkê
Rêbaz Hemlan ragehand, îro roja vegerandina Ala û Rûmeta Netewî ya Kurd e ji bo Kerkûkê û ragehand, bi rêbertiya Serok Barzanî emê Kerkûkê bikin bajarê pêkvejiyan û aştî û seqamgiriyê.
Îro 05.11.2023yê Rêbaz Hemlan di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsand, îro roja Kerkûk û Kerkûkiyan bilind dibe û roja vegerandina Ala û Rûmeta Netewî ya Kurd e ji bo Kerkûkê.
Herwaha nivîsand, li ser ferman û spardeya cenabê Serok Mesûd Barzanî endamên niştimanperwer û mekteb û bask û navçeyên PDKê yên li dilê Kurdistanê ango bajarê Kerkûkê tên wegerandin.
Rêbaz Hemlan dibêje, ji îro ve dîrokeke din a kurdîniyê û netewiyet û niştimanî ji bo Kerkûk û Kerkûkiyan tê wegerandin, ew jî di bin Ala Kurdistan û ala zer a PDKê ya bi rêbertiya Serok Barzanî û em Kerkûkê dê bikin bajarê pêkvejiyan û aştî û seqamgiriyê.
Îro şandeyekî PDKê sedana bajarê Kerkûkê kir û binkeyên mekteba rêxistiniya PDKê ya Kerkûk – Germiyanê bi fermî pêşkeşî zanîngeha Kerkûkê kir û biryare PDK binkeyên xwe yên din ên li Kerkûkê jî wergire.
Basnews
