Îran…Jineke ciwan bi destê hevjînê xwe hat kuştin
Termê jineke ciwan piştî du heftiyan winda bûnê, ji aliyê polîsê bajarê Meşhed a Îranê ve, di nav baxê hevjînê wê de hat dîtin.
Çapemeniya Îranê ragehand, piştî du heftiyan winda bûna jineke xelkê bajarê Meşedê ya bi navê Hedîs Îslamî ya temen 26 salî, derengê şeva înê bo şeva şemiyê ango 3yê Mijdarê bê 4ê Mijdar a 2023yê, termê wê di nav baxê hevjînê wê de hat dîtin.
Polîsê bajar vê derbarê de aşkera kir, Hedîs bi fîşek ji aliyê hevjînê xwe û zilameke din ve hatiye kuştin û herdu tometbar jî hatine girtin.
Li gor zanyariyên hatin belav kirin Hedîs Îslamî wênegir bûye û heta naha jî sedemê kuştina wê nediyar e.
Basnews
