• Monday, 16 February 2026
logo

Îranê 2 bira li gel yek darve kirin

Gulan Media November 5, 2023 Nûçe
Îranê 2 bira li gel yek darve kirin

 Roja 04.11.2023yê cezayê darve kirina du birayên Belûç ên bi navên Seîd Elîzahî û Îsmaîl Elîzahî bi awayekî veşartî û nepenî li girtîgeha navendî ya Zahîdanê hat cîhbicîh kirin.

Ew herdu girtiyane berî naha bi tometa pêwendiya wan bi tewanê madeyên hişber ve heye cezayê darve kirinê ji bo wan hatibû dayîn.

Rêxistina mafê mirov a Hengaw bê derbarê de ragehand, hûkmê darve kirinê ya Seîd Elîzahî yê temen 25 salî û Îsmaîl Elîzahî yê temen 29 salî û bavê du zarokan û rûniştvanên Zabul a ser bi Sîstan û Belûçîstan bûn, li girtîgeha navendî ya Zahîdanê cezayê wan ê darve kirinê hat cîhbicîh kirin.

Seîd û Îsmaîl Elîzahî du sal berî naha bi tometa tewanê pêwendîdar bi madeyên hişber ve hatibûn girtin û piştre ji aliyê sîstema dadweriya Îranê ve hûkmê darve kirinê ji bo wan hatibû dayîn.

Li gor Hengaw: Dema cîhbicîh kirina cezayê wan herdu birayan ê darve kirinê de malbata wan nehatiye agahdar kirin û bê ku mafê hevdîtina dawî li gel malbata xwe bikarbînin ew herdu bira hatine darve kirin.

 

Basnews

Top