• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge li 6 xalên çiyayê Qereçoxê bicîh dibe

Gulan Media November 2, 2023 Nûçe
Pêşmerge li 6 xalên çiyayê Qereçoxê bicîh dibe

Îro şandeke wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê civiyan.

Îro di navbera firqeya Mexmûr ya artêşa Îraqê û nunerê wezareta pêşmerge û berpirsê mihwera Mexmûr û Giwêrê ya hêzên pêşmerge derbarê rewşa çiyayê Qereçoxê de civînek hate lidarxistin.

Di civînê de her du alî behsa rewşa deverê kirin û derbarê bicîh kirina hêzên pêşmerge li çiyayê Qereçoxê lihev kirin û li gor lihev hatina han vê hêzên pêşmerge li 6 xalên leşkerî yên li çiyayê Qereçoxê werin bicîhkirin.

Herwiha hêzên artêşa Îraqê jî li sê xalên leşkerî yên li çiyayê Qereçoxê têne bicîhkirin.

 

Top