600 welatiyên Rûsyayê li Xezeyê asê mane
Balyozê Rûsyayê yê Îsraîlê Anatolî Vîktorov ragihand ku di lîsteyên kesên ku ji Xezeyê bên derxistin de derdora 600 welatiyên Rûsyayê hene.
Anatolî Vîktorov destnîşan kir ku dema deriyê sînor ji wan re bê vekirin, ew dê dest bi veguhastina wan kesan bikin.
“Em bi rayedarên Misirê re dixebitin”
Balyozê Rûsyayê yê Îsraîlê Anatolî Vîktorov got, “Dema sînor vebe dê nêzîkî 600 welatiyên Rûsyayê ji Xezeyê bên veguhastin” û pê de çû:
“Em ji bo veguhastina nêzîkî 600 welatiyên Rûsyayê bi awayekî çalak bi rayedarên Misirê re dixebitin.
Herwiha em ji bo veguhastina zêdetir ji 300 welatiyên dewletên din, cîranên me, bi taybetî welatên Hevalbendiya Dewletên Serbixwe (komarên Sovyeta berê) jî dixebitin.
Em di nava têkiliya çalak de ne û em amade ne. Dema ku dergeh ji bo welatiyên me bê vekirin em dê wan hemûyan veguhêzin."
Balyoz destnîşan kir ku bo organîzekirina veguhastinê dê dîplomatên Rûsyayê ji Qahîreyê bên şandin.
Anatolî Vîktorov amajê pê kir ku dê veguhastina wan kesan bi otobus û balafiran were kirin.
Rudaw
