• Monday, 16 February 2026
logo

Kurdistan û Brîtanya bazirganiya navbera xwe zêdetir dikin

Gulan Media November 2, 2023 Nûçe
Kurdistan û Brîtanya bazirganiya navbera xwe zêdetir dikin

Wezîrê bazirganî li gel Michelle Christo civiya.

Wezîrê bazirganî û pîşesazî yê herêma Kurdistanê Kemal Muslim li gel Serokê civata karî ya Brîtanî û Îraqî civiya.

Di civînê de her du aliyan giftûgo derbarê têkiliyên navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê kirin û nîqaş li ser derfetên heyî yên bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên bazirganî di navbera Hewlêr û Londonê de kirin.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê derfetên hêlbirînê bo kompaniyên Brîtanî jî hate kirin û Kemal Muslim eşkere kir ku, niha li Kurdistanê de derfetên baş bo zêdetir kirina hêlbirîn û çalakiyên kompaniyên Brîtanî hene.
 

Top