• Monday, 16 February 2026
logo

Balafirên Amerîkayê yên bombebaranê gihîştin Tirkiyeyê

Gulan Media November 1, 2023 Nûçe
Balafirên Amerîkayê yên bombebaranê gihîştin Tirkiyeyê

 Balafirên Amerîkayê yên B-1B ên bombebarankirinê gihiştin Binkeya Esmanî ya Încirlikê ya li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê.

Binkeya Esmanî ya Încîrlîkê şeva borî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Balafirên Amerîkayê yên B-1B ên bombebarankirinê bi armanca perwerde û veguhestina sotemeniya balafirin gihîştine balafirgehê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, bi armanca perwerdeya esmanî ya hevahengiya firokeyên Amerîkî yên B-1B ên bombebarankirinê, tankên Asena KC-135R û balafirên F-16 bi artêşa Tirkiyeyê re hatine entegrekirin.

Fermandarê 9emîn EBS a Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Stillwell got:

“Xebatên tîman ên me bi hevbeşên xwe yên Hêzên Esmanî yên Tirk re kirin, xebata hevbeş a hêzên esmanî yên NATOyê û profesyoneliya wan nîşan da.”

Alîkarê Fermandarê 39emîn Binkeya Esmanî ya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Robert Schoeneberg got:

“Em bi kelecan in ku piştgiriya operasyona veguhestina sotemeniya germ a Încirlikê dikin.

Ev şiyanên bê mînak û girîngiya stratejîk a Încirlikê nîşan dide.”

Hejmara balafirên ku gihîştine Tirkiyeyê nehatiye diyarkirin.

Lê tiştê balkêş ew e piştî ku Amerîkayê li dijî Hemasê piştgiriya xwe ji Îsraîlê re ragihand, balafirên bombebarankirinê yên Amerîkayê çûne Binkeya Esmanî ya Încirlikê.

 

Rudaw

Top