• Monday, 16 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistanê – Jineke ciwan bi destê birayê xwe hat kuştin

Gulan Media October 30, 2023 Civakî
Rojhilatê Kurdistanê – Jineke ciwan bi destê birayê xwe hat kuştin

Jineke ciwan a xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi bahaneya parastina namûs û şerefê, ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

Jineke ciwan a xelkê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê Wîda Dêhqan Pîranciq a temen 20 salî, ji aliyê birayê xwe yê biçûk ê bi navê Kameran ê temen 15 salî ve li taxa Kuştarge ya bajarê Urmiyê hat kuştin.

Vê derbarê de çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê ragehand, kujer bi bahaneya parastina şeref û namûsê xwîşka xwe xeniqandiye û reviya ye.

Wîda Dêhqan Pîranciq dayîka du zarokan bûye û berî naha piştî du sal zewacê ji hevjînê xwe cuda bûye û vegeriya ye mala bavê xwe.  

 

Basnews

Top