• Monday, 16 February 2026
logo

Zêdetir ji 10 Kolber hatine birîndar kirin

Gulan Media October 30, 2023 Nûçe
Zêdetir ji 10 Kolber hatine birîndar kirin

Çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser wan kirine.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê duhê bişev çekdarên rejîma Îranê li devera Newsûdê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Hengawê diyar kiriye ku, çekdarên Îranî li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê li navçeya Newsûdê ya li devera Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine ku, şêniyên Selasê Bawacanî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ne.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de herî kêm 10 Kolber birîndar bûne ku, birîna hinek ji wan dijware.

Top