• Monday, 16 February 2026
logo

Planên sektora geştyariyê tên bileztir kirin

Gulan Media October 28, 2023 Nûçe
Planên sektora geştyariyê tên bileztir kirin

Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzar a Herêma Kurdistanê ragehand, ew plana ji bo nirx dayîna sektora geştyariyê hatiye danîn, heta asteke baş hatiye cîhbicîh kirin û pêngav dê bên bileztir kirin.

Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzar a Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew plan û bernameya ku ji bo nirxdana bi 15 cureyên geştyariyê me danîne, planekî wisaye ku salane li gor demsalê geştyaran rakêşe Herêma Kurdistanê. Bi keyfxweşî ve di vî alî de pêngavên baş hatine avêtin û sektora geştyariyê heta asteke baş pêşve çûye.’’

Herwaha got: ‘’Di hewldanên me yên herî dawiyê de lezkirina pêngavan a cîhbicîh kirina plana geştyariyê heye. Me wisa daniye ku nirx bi dabîn kirina derfetên kar ji bo sektora geştyariyê û dabînkirina pêdiviyan û xizmetguzariyên geştyariyê û rêxistin kirina karê kompanya û şîrketên geştyariyê em bihêztir plan dikin.’’

Îbrahîm Ebdulmecîd diyar kir: ‘’Yek ji giringiyan jî ew e em dê nirxeke zêdetir bidin geştyariyên şûnwarî, bi taybet ji bo geştyarên biyanî û daxwaz û heskirina wan ji vê cureya geştyariyê heye, ji bo wê jî li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê çend navçeyekî şûnwarî dê bên diyar kirin û xizmetguzariyên pêwîst ên rê û cîhên bêhnvedanê dê lê bên ava kirin.’’

 

Basnews

Top