• Monday, 16 February 2026
logo

Li Diyarbekirê xwepêşanderan êrîşî “Starbucks Coffee” kirin

Gulan Media October 28, 2023 Nûçe
Li Diyarbekirê xwepêşanderan êrîşî “Starbucks Coffee” kirin

 Li Diyarbekirê di xwepêşandanekê li dijî Îsraîlê de, xwepêşanderan êrîşê yek ji birandên diyar ên cîhanê “Starbucks Coffee” kirin.

Derengê şeva borî li ser nûçeyên ku Îsraîl dê li dijî Xezzeyê operasyoneke bejahî bike, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwepêşandan hatin kirin û Îsraîl hate şermezarkirin.

Xwepêşanderan banga boykotkirina xwaringehên Amerîkî kirin, ji ber piştgiriya wî welatî ji Îsraîlê re û piştgiriya xwe ji gelê Filistînê re ragihandin.

Di dawiya xwepêşandana li Diyarbekirê de, alozî derketin û xwepêşanderan bi dar û keviran êrîşê yek ji birandên diyar ên cîhanî “Starbucks Coffee” kirin.

Li seranserê cîhanê zêdetirî 35 hezar şaxên Starbucks Coffee li 86 welatan hene, tenê li Amerîkayê zêdetirî 9 hezar şaxên wê hene. Ji ber vê yekê jî, xebatkarên wê sendîkayek taybet bi xwe ava kirin.

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê di 7ê Cotmehê de, Sendîkaya Starbucks Coffee li gorî perensîpên piştgiriaya li maf û azadiyan, piştgiriya xwe i gelê Filistînê re ragihand.

Lê kampanyaya Starbucks Coffee gilî li dijî sendîka û karmendên xwe vekir, bi tometa ku piştgiriyê li Filistîniyan dikin.

 

K24

Top